Li Wanê heta 10 rojan çalakî qedexe ne

qedexe heta dawiya mehê berdewam dibe
کوردستان TV
100%

Walîtiya Wanê bi daxuyaniyekê aşkere kiriye ku hete 10 rojan hemû çalakî hatine qedexekirin. Qedexe duh dest pê kiriye.

Walîtiya Wanê duh (19ê Gulanê) bi daxuyaniyeke nivîskî, aşkere kiriye ku li tevahiya bajêr hemû çalakî, meş û xwenîşandan hatine qedexekirin.

Daxuyanî li ser malpera fermî ya Walîtiyê hatiye belavkirin. Di vê daxuyaniyê de hatiye gotin ku, armanca qedexekirinê “sazkirina ewlehî û canê welatiyan e”.

Pêr jî Colemêrgê hemû çalakî hatibûn qedexekirin.

Li Wanê beriya niha, di 30ê Nîsanê de dîsa ji bo 10 rojan biryara qedexeyê hatibû standin. Di vê demê de tenê destûr ji bo mitînga 1ê Gulanê hatibû dayîn.

Walîtiyê di daxuyaniya xwe de gotiye ku wan ev biryar li gorî Qanûna Birêvebirina Bajaran a hejmar 5442yê û li gorî Qanûna hejmar 2911yê stendiye ku derbarê meş, xwenîşandan û civînan de ye.

Qedexe wê heta 28ê Gulanê berdewam bike.

Bianet

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.