Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê daxuyaniyek belav kiriye û di daxuyaniyê de welatiyên Amerîkî hayedar kiriye ku serdana Îraqê nekin.
Di daxuyaniya balyozxaneyê de hatiye nivîsandin ku eger ewlatiyên Amerîkî bi neçarî serdana Îraqê kirin vê demê lazime wan xalên han li ber çav bigirin.
1-serdana Îraqê nekin.
2-xwe ji wan cêyên ku weke cêyên kombûna Amerîkiyan tên nasîn bidûr bigirin.
3-bi ti awayî nasnameyên xwe eşkere nekin.
4-agehdarê xwe û derdorê xwe bin.
Ji aliyeke din ve jî duhê NY daxwaz ji karmendên xwe kiriye ku ji Îraqê derkevin û evin ku li Îraqê dimînin bi ti awayî xwe eşkere nekin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin