Parêzer Eren Keskîn hêjayî xelata Martîn Ennalsî hatiye dîtin. Xelat wê li Enqereyê û bi beşdariya Christopoulos, Serokê Giştî yê FIDHyê bê pêşkêşkirin.
Eren Keskîn, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan a (İHD) hêjayî xelata Martîn Ennalsî ya 2019ê hatiye dîtin. Xelat wê roja pêncşemê li Enqereyê pêşkêşî Eren Keskînê bêkirin.
Dimitris Christopoulos, Serokê Giştî yê Federasyona Mafên Mirovan a Navnetewî (FIDH), Andrea Rocca, Alîkarê Dîrektorê Giştî yê Frontline Defendersê û Michael Kambatta koordînatorê Xelata Martin Ennalsî wê beşdarî merasîma rêûresmê bibin.
Dick Oosting, Endamê Lijneya Rêveberê Weqfa Martin Ennalsî gotiye, Eren Keskîn 30 sal in ku têkoşîna ji bo jinan di serî de ya LGBT+ û mafên gelê kurd dide.
Merasîma Xelatê wê 9ê Gulana 2019ê roja pêncşemê saet di 19.00ê de li Navenda Giştî ya İHDyê bê pêşkêşkirin.
Derbarê Eren Keskînê de
Parêzer e. Demekê bûbû Herberpirsa Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê.
Ew demek bû Alîkara Serokê Giştî ya Komaleya Mafê Mirovan (KMM) û piştre jî bûbû seroka şaxa Stenbolê.
Niha Hevseroka Giştî ya İHDyê ye.
Ew weke mafparêzekê hêjayî gelek xelatan hatiye dîtin: Xelata Aştiyê ya Aachenê (2004), Xelata Diristî û Wêrektiya Polîtîkayê ya Theodor Haeckerê (2005).
Derbarê Martin Ennalsî de
27ê Tîrmeha 1927ê-5ê Çiriya Pêşiyê ya 1991ê. Çalakvanê mafên mirovan e.
Di navbera salên 1968ê û 1980yî de sekreterê giştî yê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî bûye. Dema wî ev wezîfe dikir, rêxistin hêjayî Xelata Aştiyê ya Mezin, Xelata Erasmûsî û Xelata Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî hatiye dîtin.
Bianet
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin