Artêşa Amerîkayê jê nêzve çavdêriya tevgerên Îranê dike

Amerîka jî amadekariyên xwe li deverê zêdetir dike
کوردستان TV
100%

Rayedarên Amerîkî behsa vê yekê dikin ku ev demêke ku Îran û hêzên li welatên din yên ser bi Îranê amadekariya vê yekê dikin ku li hin welatan êrîşî ser hevpeymanên Amerîka û hêzên Amerîkayê bikin, jiber vê yekê jî Amerîka hêzên xwe yên li deverê xistiye amadebaşiyê.

Rayedarên Amerîkî behsa vê yekê dikin ku şandina keştiya şerê ya Abraham Lincoln bo deverê beşek ji amadekariyên Amerîkayê ye bo ji nêzve çavdêrî kirina lêv û tevgerên Îranê.

Rayedarên Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî diyar kiriye ku hijmarek hêzên Amerîkî yên li Ewrûpayê bernameyên xwe guhertin û vê beşek ji wan hêzan jî bo Rojhilata Navîn werin şandin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.