Piştî biryara komîsyona bilind ya hilbijartinan ya Tirkiyeyê ya li dubare kirina hilbijartinên herêmî li Îstenbûlê, raportera karûbarên Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewrûpayê Kati Piri li ser pêgeha xwe ya li Twitterê daxuyaniyek weşand.
Kati Piri di daxuyaniya xwe de hevdem li gel diyar kirina dilgiraniya xwe ya li hember biryara komîsyonê, diyar kiriye ku ev biryara han îsbat dike ku desthilat û Erdogan rêzê ji deng û îradeya xelkê nagirin.
Piri herwiha diyar kiriye ku êdî li Tirkiyeyê bawerî bi hilbijartinan nemaye jiber ku ji niha û pêde desthilat li Tirkiyeyê bi hilbijartinan nayê guhertin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin