Serokê komîteya ewlekarî û asayîş ya parêzgeha Enbarê Neîm Geûd Nemiravî ragihand ku di dema desthilat dariya DIŞIê ya li Enbarê û piştî rizgar kirina deverê ji destê DIŞIê bi giştî 4 hezar û 500 şêniyên vê parêzgehê wenda bûne.
Nemiravî diyar kir ku heta niha kes nizane çi bi ser wan şêniyan hatiye.
Geûd Nemiranî anî ziman ku hikûmeta berê ya Îraqê jî komîteyek bo lêkolîn kirin li ser çarenivîsa wan kesan pêk aniye û komîteya han jî heta niha nikariye ti zaniyariyek li ser vê mijarê bidest bixe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin