Iraqê 5 balefirên din yên F16 wergirt

heta niha Amerîka 36 balefirên F16 firotiye Îraqê
کوردستان TV
100%

Iraqê karwanê dawî yê balefirên şer ên corê F16 ji Amerîkayê wergirt.

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê ragihand ku di çarçoveya rêkeftina navbera Iraq û Amerîkayê de, 5 balefirên  F16 ên Amerîkî gehiştine Binkeyê Esmanî yê Beled.

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê amaje bi wê yekê daye ku ev karwanê dawî ye di çarçoveya wê girêbestê de û Hêza Esmanî ya Iraqê jî di warê şer, perwerde û rahênanê de pêşketineke baş bidest xistiye.

Girêbesta navbera Iraq û Amerîkayê di sala 2011ê de hatibû kirin û 36 balefira F16 li xwe digirtin, Amerîkayê yekem balefira F16 di meha Tîrmeha sala 2014an de radestî Iraqê kiribû.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.