Trum û Putin li ser Venezuela axifîn

giftûgoya wan zêdetir ji seatekî dom kiriye
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîka Donald Trump û hevtayê wî yê Rûs Vladimir Putin bi rêka telefonê axifîn.

Berdevika Qesira Sipî Sarah Sanders ragihand ku her du rêber derbarê bazirganiyê, Koreya Bakur, Ukrayna û Venezuela peyivîne.

Sanders da zanîn ku Trump ji Putin re gotiye ku Amerîka bi gelê Venezuela re ye.

Amerîka piştgiriya rêberê opozîsyonê Juan Guaido dike û li alîyê din Rûsya alîgirê Serokê Venezuela Nicolas Maduro ye.

Trump û Putin herwiha ser rapora dozgerê taybet Robert Mueller jî axifîn.

Mueller bi qasî du salan ser îdiayên maytekirina Rûsya li hilbijartinên seroktîyê yên Amerîka yên 2016’an vekolîn kiribû.

Rapora Mueller nîşan dabû ku ti delîla ku hevkarîya Rûsya û Trump raber dike tune.

voa

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.