Çawişoglû: Erdogan jî serdana Îraqê dike

behsa têkiliyên du alî û bihêztir kirina têkiliyên han kirine
کوردستان TV
100%

Îro wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawişoglû gehêşte Bexdayê û li gel wezîrê derve yê Îraqê Mihemed Hekîm civiya û piştî civînê di presskonferanseke hevbeş de her du alî naveroka civîna xwe bo raya giştî diyar kirin.

Di presskonferasê de Çawioglû diyar kir ku di civînê de me behsa çend mijarên sereke weke têkiliyên du alî, rewşa deverê, û zêdetir kirina hevkarî û hemahengiya navbera Îraq û Tirkiyeyê kir.

Çawişoglû herwiha eşkere kir ku me di civînê de behsa ew biryarên ku di dema serdana Serokkomarê Îraqê ya bo Bexdayê de hatine stendin kir û emê wenêrînê bo cîhbicîh kirina wan biryaran bikin.

Nav hatî herwiha anî ziman ku Tirkiye kêfxweş dibe ku Serokwezîrê Îraqê jî serdana Tirkiyeyê bike û di dawiya sala 2019an de jî vê Erdogan serdana Îraqê bike.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.