Trump: Amerîka dê ji peymana bazirganiya çekan ya navneteweyî vekişe

Serokê Amerîkayê duhê bi fermî ev yek ji raya giştî re diyar kiriye
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîka Donald Trump diyar kir ewê welatê xwe ji Peymana Bazirganiya çekan ya navneteweyî vekişîne.

Li gor nûçeyeke voayê Trump li Indianapoli di civîna Yekîtiya çekan ya neteweyî de got ku ewê wê peymanê nepejirîne û ji Civata Senatoran jî xwest ku peyvajoya pejirandinê rawestîne.

Wî da zanîn ku ewê di demekê nêz de nameya vekişînê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re bişînin.

Peymana Bazirganîya Çekan ya Navneteweyî di sala 2013’an de ji aliyê serokê berê Barack Obama ve hatibû îmza kirin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.