Piştî ku duhê rayedarekî balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê diyar kiribû ku Îran zêdetirî yek miliyar dolar bo her du tevgerên Noceba û hizbulaha Îraqê serif kiriye, heman roj peyvdarê tevgera Noceba Haşim Mûsevî bersifa vî rayedarî da û got: Me ti pereyek ji Îranê wernegirtiye.
Haşim Mûsevî diyar kir ku ne Noceba û ne jî hizbulah ti pereyek ji Îranê wernegirtine lê mixabin hinek siyasetmedarên Îraqî bûne weke peyvdarê balyozxaneya Amerîkayê û êrîşî ser me dikin.
Nav hatî eşkere kir ku armanca Amerîka û ev siyasiyên Îraqî eve daku navê heşdar şebî bi tevahiya pêkhateyên xwe ve xirab bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin