Serokomarê berê yê Peru Alan Garcia xwe kuşt

jiber ku bi pare xwarinê dihat tawanbarkirin
کوردستان TV
100%

Serokkomarê berê yê Peru Alan Garcia piştî polîs bo girtina wî ketin mala wî xwe bi çekê kuşt.

Rêberê Partiya Yekîtiya Şoreşa Gel ya Amerîkî (APRA) Alan Garcia ku li mala xwe gole li xwe dabû rakirine nexweşxaneyê lêbelê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Li gor nûçeyeke voayê Garcia li welatê xwe bi perexwarinê dihat tawanbar kirin û bo wî biryara girtinê hatibû dayîn.

Wî ser îdiayên ser perexwarinê red kiribûn û gotibû ku dijî wî ‘’zordestiya sîyasî’’ hatiye ragihandin.

Wezîrê Navxweyî yê Peru Carlos Moran, diyar kir ku Garcia ji polîsan xwestiye ku bo axaftineke di telefonê de destûrê bidin û piştî derî li ser xwe girtiye dengê teqînê hatiye.

Polîs diyar dikin ku Garcia li ser kursiyekî bi awayekî birîndar rûniştî bûye.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.