Li gor jêderên Îraqî biryare îro Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmedî serdana Erebistana Siûdî bike.
Jêder li ser çavkaniyên nêzî Serokwezîrê Îraqê belav kirine ku Adil Ebdulmedî di serdana xwe de yaku biryare îro destpê bike, li gel rayedarên Siûdî dicive û di civîn û hevdîtinan de behsa çend mijarên serekî yên rojevê, têkiliyên navbera Îraq û Siûdiyeyê û rewşa deverê dike.
Jêder nivîsandine vê Îraq û Siûdiye di civînên xwe de girîngî bi abûrî û bazirganiya navbera xwe bidin û hewl bo vê yekê didin daku rêjeya bazirganiya navbera xwe zêdetir bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin