Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, ev demeke ku li piraniya bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê endamên spaha pasdaran ya Îranê hîn bûne ku bertîlê li xelkê bistînin.
Jêder behsa vê yekê kirine ku li bajarê Pîranşarê, hijmareke pasdarên Îranî yên ku ji xelkê betîl stendine, ji aliyê xelkê ve hatine eşkere kirin lewre spaha pasdaran jî jiber ku xelk li dijî dest bi çalakiyan neke, ev pasdarên ku bertîl stendine, binçav kiriye.
Jêder diyar kirin ku heta niha çar ji wan pasdaran yên ku xelkê Pîranşarê ne hatine girtin û hîn jî çend pasdarên din yên ku bertîl stendine nehatine girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin