Li Kanadayê tevgereke çekdar li dijî îslamê hate damezrandin

ev tevgera han bi hayedariya polîsê kanadayê hatiye damezrandin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên nûçeyan, li Kanadayê tevgereke çekdar a li dijî îslamê hatiye damezrandin û armanca vê tevgerê şerê çekdarî li dijî îslamê li Kanadayê ye.

Jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku navê vê tevgera çekdar 'The Three Percenters e ku tê wateya ji sedî 3.

Serokê tevgerê Robert Welling eşkere kiriye ku evê bi tundî çavdêrî li ser mizgeftên heyî yên li Kandayê bikin û şerê dijî îslam û tevgerên îslamî li Kanadayê bikin.

Ev tevgera han ku bi hayedariya polîsê Kanadayê hatiye damezrandin bi tenê li bajarekê Kanadayê xudan 1600 endame û niha bi çekên gerim li hin deverên Kanadayê perwerdehiya leşkerî dibînin.

Herwiha hate zanîn ku misilmanên li Kanadayê daxwaz dikin daku ev tevgera han weke tevgereke terorîstî were nasîn.

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.