Hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê duhê daxuyaniyek weşand û têde behsa vê yekê kir ku piştî ragihandina bi dawî hatina şerê leşkerî ya li dijî terorîstên DIŞIê, heta îro bi giştî 52 êrîşên asmanî li dijî terorîstên DIŞIê hatine pêkanîn.
Li gor daxuyaniya han ji roja 24ê Adarê heta 6ê Nîsanê li Îraq û Sûriyeyê bi giştî 52 êrîşên asmanî li dijî terorîstên DIŞIê hatine pêkanîn û di encama wan êrîşan de 72 tirimbîl, 17 navendên terorîstan û 15 rêyên serekî yên gehandina hevkariyan bo terorîstan hatine jinavbirin.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku di encama heman êrîşan de sê tirimbîlên bombekirî yên DIŞIê jî hatine jinavbirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin