Sezayî Temellî: AKP û MHP naxwazên encamên hilbijartinan qebûl bikin

dibêje bi zanebûn îtîrazên xwe didomînin
کوردستان TV
100%

Hevserokê HDPê Sezayî Temellî di civîna hevşaredarên nû yên HDPê yaku li Amedê hatibû lidarxistin, gotarek pêşkêş kir û ragihand ku îtîrazên AKP û MHPê yên li ser encamên hilbijartinên şaredariyên Tirkiyeyê, bi mebest û meremên siyasî tên kirin.

Temellî diyar kir ku ne AKP û ne jî hevpeymaniya wan ya Komarî naxwazên encamên hilbijartinan qebûl bikin jiber vê yekê berdewamin li ser îtîraz kirin li ser encamên hilbijartinan.

Temellî herwiha diyar kir ku AKP û MHP bi îsrarin li ser domandina desthilat û pergala bêqanûnî yaku li Tirkiyeyê hakim kirine.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.