Wezîrên G7 civîna xwe bi dawî anîn

amadekarî bo civîna tîrmehê dikin
کوردستان TV
100%

Civîna wezîrên derve yên welatên endam di G7ê de du rojan dom kir û duhê bi dawî hat.

Wezîrên derve yên grûpa heft welatên xwedî abûriyên pêşketî ku bi navê G7 tên nasîn, îro Şemiyê li havîngeha Dinard a Frensî kombûna xwe ya du rojan bidawî tînin û hêvî dikin ku pêgiriyên xwe yên hevbeş di derbarê dijwariyên cîhanî de îmze bikin û bingehkê ji bo karê xwe yê kombûna G7 a meha Tîrmehê li Biarritz deynin.

Li gor nûçeyeke voayê Dîplomatên welatên G7 ji Amerîka, Frensa, Kanada, Japon, Almanya,Îtalya û Britanya hewil da daxuyaniyeke hevbeş belavkin di derbarê şerê dijî qaçaxiya madeyên hişbir, çek û koçberiya herêma Sahel a Afrîqî, gunehkariyên înternêtê û tundutijiya dijî jinan li herêmên şer, bi taybetî li Afrîqya.

Lê nebûna wezîrên derve yê Britanya Jeremy Hunt û Amerîka Mike Pompeo di wêneya gurûpê de hin pirs derxistin pêş li dor kombûna G7.

Berpirsên Amerîka got xalên nakok jî dê bêne gotûbêjkirin.

John J. Sullivan, cîgirê wezîrê derve yên Amerîka got dê Waşinton di kombûnê de daxwaza piştgiriyê bike ji bo serkirdeyê opozisyona Venezuela Juan Guaido.

Amerîka li dor piştgiriya Guaido di rikeberiyekê de ye li gel Îtalya, tek welatê di nava G7 de ku piştgiriya Guaido nake.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.