Amerîka 25 miliyon dolar weke xelat diyar kir

dibêje her kes zaniyarî bide vê bidin vî
کوردستان TV
100%

Duhê balefirên Amerîkî li Enbar û Mûsilê name li ser şêniyên wan deveran barandin.

Li gor jêderan di nava wan nameyan de, hikûmeta Amerîkayê ji şêniyên deverê re gotiye ku her kesek zaniyarî li dor xelîfeya DIŞIê Ebûbekir Bexdadî pêşkêşî aliyên têkildar yên Amerîkî bike, vê bi qasî 25 miliyon dolar weke xelat jê re were pêşkêşkirin.

Di vê derbarê de hêzên ewlekarî yên Enbarê ev nûçeya han piştrast kirine û dane zanîn ku Amerîka ev xelatê dide wan kesan ku zaniyarî li dor cêyê Ebûbekir Bexdadî pêşkêşî Amerîkayê bikin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.