Piştî bûyera bin av ketina belema ku di roja yekem ya Newrozê de di nava ava Dîcleyê li bajarê Mûsilê de bin av ketibû, Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî daxwaz ji parlementoya Îraqê kiribû ku Parêzgarê Mûsilê û Cîgirê vî li ser kar dûr bixe.
Li ser daxwaza Serokwezîrê Îraqê duhê parlementoya Îraqê civiya û di civînê de Parêzgarê Mûsilê Nûfel Agûb û Cîgirên vî bi piraniya dengan ji kar hatin avêtin.
Weke tê zanîn di roja yekem ya Newrozê de li Mûsilê belemek bin av ketibû û di encam de zêdetir ji 180 kesan canê xwe ji dest dabû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin