Amerîka heta sê mehên din dem da Îraqê

amerîka dibêje Îraq dikare heta sê me pêdiviyên xwe ji Îranê dabîn bike
کوردستان TV
100%

Li gor nûçeyeke malpera Sûmeriyenews ya Îraqî, Amerîka biryar daye heta sê mehdên din çavê xwe li alûvêrên abûrî yên di navbera Îraq û Îranê de bigire.

Li gor nûçeya han Amerîka biryar daye ku Îraq dikare heta 90 rojên din enerjiya pêwîst bo dabîn kirina eliktirîkê ji Îranê bistîne.

Armanc ji vê biryara Amerîkayê ewe daku Îraq bikaribe di dema diyar kirî de kêşeyên xwe yên bo dabîn kirina eliktirîkê çareser bike.

Hêjayê gotinê ye ku di dema sepandina dorpêçên ser Îranê Amerîka demek ji Îraqê re diyar kiribû bo ku bazirganî li gel Îranê bike û ev dem, duhê roja sê şemê bi dawî hat.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.