Yek ji Serokên berê yê Peru, Alejandro Toledo li Kalîfornîya ya Amerîka bi awayekî demkî hate girtin.
Wezareta Derve ya Peru ragihand ku Toledo li restoraneke San Mateo ya li başûrê San Francisco jiber alkola zêde hatiye desteserkirin û piştre hatiye girtin.
Wezaretê diyar kir ku Toledo bi hewildanên konsulxaneya Peru ji Girtîgeha Redwood City hatiye derxistin.
Toledo, ku di navbera 2001 û 2006an de li Peru serok bû, bi bertîlê hatibû tawanbar kirin û piştî biryarê dadgehê biryar dabû ku ew sûcdar e revîyabû Amerîka.
Serokê berê yê Peru tawanbarkirinên dijî wî red dike.
Karbidestên Perû diyar dikin ku wan ji Amerîka radestkirina Toledo xwestiye lê ti peywendiya girtîna dawiya hefteyê bi vê daxwazê re tune.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin