Parlamentoya Brîtanyayê duhî hevpeymana Brexitê dîsa red kiriye.
Serokwezîra Teressa May diyar kiriye ku “Yekîtîya Ewropayê dê bixwaze Britanya biryarê bide ka ew ê pêvajoya Brexitê bibe serî an jî dê referandûmeka dî pêk bîne.”
Serokê Yekîtîya Ewropayê Jean-Claude Junckerî roja duşemê nameyek ji bo serokwezîra Brîtanyayê şandiye û diyar kiriye ku 23-26ê Gulanê hilbijartinên Yekîtîya Ewropayê dê bê kirin. “Heke Brîtanya heta hingê biryarê nede, bi yasayan divê ew beşdarî hilbijartinan bibe.
15ê Kanûna Paşiyê ji bo Brexitê, li parlamentoya Brîtanyayê deng hatibûn dayin. 432 deng li dijî daxwaza serokwezîra Brîtanyayê Theresa Mayê bûne. 202 perlamenteran jî ji bo daxwaza serokwezîrê gotine erê.
Theresa Mayê di hilbijartinan de we’id dabû hilbijêrên xwe ku ew ê pêvajoya Brexitê* pêngav bi pêngav bibe serî.
Bianet
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin