Amerîka hêzeke zêdetir dişîne Îraqê

dixwaze şerê dijî çekdarên ser bi Îranê bike
ئەمەریكا هێزی زیاتر دەگەیەنێتە عێراق
کوردستان TV
100%

Li gor nûçeyeke malpera Debka Fley ya nêzî dezgeha îstîxbarata Îsraîlê, rayedarên Amerîkayê di çarçoveya pêngavên xwe yên taktîkî ên bo lawaz kirina Îranê li deverê de, biryareke nû der xistine.

Li gor jêderê, rayedarên Amerîkayê biryar dane daku hêzeke zêdetir bişînin Îraqê û ev hêza ku tê şandin vê li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê de werin bicîhkirin û armanc ji bicîh kirina wan hêzan li wan deveran pêşî girtin ji Îranê ye daku nikarêbe hêz û amûrên leşkerî bişîne Sûriyeyê.

Çavkanî belav kiriye ku şandina hêzê bo wan deveran ji 6ê Adarê ve dest pê kiriye û niha hêzeke zêde li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê de hatiye bicîhkirin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.