Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî bi serdaneke fermî îro gehêşte Bexdayê.
Li gor çapemeniya Îraqê Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî bi mebesta giftûgo kirin li ser çend mijaran bo cara yekem îro serdana Îraqê kiriye.
Çapemeniya Îraqê belav kir ku ev serdana han vê sê rojan bidome û tê payîn di civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Îraqê de, Hesen Ruhanî behsa bihêztir kirina têkiliyên navbera Îraq û Îranê bike.
Herwiha îro Ruhanî li gel Serokkomarê Îraqê Berhem Salih civiya.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin