Guaido bang li gelê Venezuela dike ber bi Caracasê ve bimeşe

dibêje bila xelk ber bi paytextê ve birê bikeve
کوردستان TV
100%

Rêberê rikeberiya Venezuela Juan Gaaido bang li hemî dijberên hikûmetê kir ku ber bi Caracas ya paytext ve bimeşin.

Guaido diyar kir ku ‘’rojên dijwar’’ li benda wan in û da zanîn ku rejîm hewil dide ku wan ji hevdu veqetîne.

Di rojên pêş de, Guaido dê bi parlamanterên rikeberiyê re li Venezuela bigere û hewil bide ku ji gel zêdetir piştgiriyê bistîne.

Wî da zanîn ku ewê tev ber Caracasê ve bimeşin û dîyar kir ku ger pêwîst be ewê ji derve hin hêz maytekirinê li Venezuela bikn.

Guaido got ku dema ‘’dîyaloga şaş’’ ya bi Serokê Venezuela Nicolas Maduro re bi dawî bûye.

Juan Guaido di 23’yê Rêbendanê de xwe wek serokê demkî yê Venezuela ragihandibû.

Di serî de Amerîka û jimareke welatên Ewrûpa piştgiriyê didin Guaido û li hember wan, Rûsya, Çîn û Tirkiyê diyar dikin ku ew alîgirê Maduro ne.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.