Li Ethiopia balafirek ket û tevahiya rêwiyan canê xwe ji dest da

zêdetir ji 150 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Li Ethiopia balafireke ku ji Addis Ababa ya paytex diçû Nairobi ket xwarê û hemî kesên nava balefirê canê xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya voa balafira Boeing 737 sibeha Yekşemê li nêzîkî bajarê Bishoftu ket.

Hêlên esmanî yên Ethiopia di twîtekê got geşta 302 demjimêr 8:38ê sibehê ji firokxana Bole ya navnetewî firiya û demjimêr 8:44 sibehê pêwendî pê re qut bûn.

157 kes li ser pişta balafirê bûn, di nav de 8 endamên tîmê ajotinê bûn.

Serokwezîrê Ethiopia Abiy Ahmed di twîtekê de got: “Nivîsîngeha serokwezîr, ji ber hikûmet û xelkê Ethiopia ve, sersaxiyê li malbatên qurbaniyan dike, ew ên ku di ketina balafira Boeing 737 de vê sibehê jiyana xwe ji dest dayî.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.