Ajansa nûçeyan ya Bloombergê ragihand ku rêvebiriya Nicolas Maduro bang li kompanîyên Venezuela kiriye li Rûsya, Çîn, Tirkiye û Hindistanê hesabên banka vekin.
Bloombergê dîyar kir ku karbidestên rêvebirîya Maduro bi nûnerên kompanîyan re kom bûne û ser vekirina hesabên li derveyî welêt agahî dane wan.
Li gor nûçeyê, bi vî awayî dê sazî bandora toleyên dijî Venezuela pûç bikin.
Venezuela, ku bi kêşeya sîyasî re rû bi rû maye, jiber toleyên Amerîka jî di aborîyê de ketiye rewşeke xirab.
Amerîka dijî Maduro, piştgirîya Juan Guaido dike ku ew ji aliyê jimareke dewletên Ewrûpî ve jî wek serokê demkî yê wî welatî tê nas kirin.
Ji aliyê din ve, Rûsya, Çîn û Tirkiyê piştgiriya Maduro dikin.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin