Hikûmeta Çînê belav kir ku geşt kirina çiyager û torîstan bo çiyayê Everestê qedexe kiriye.
Li gor daxuyaniya hikûmeta Çînê, jiber kombûna zêde ya gilêşê( zibilê) û paşmayiyên torîstan, geşt kirina çiyager û torîstan bo beşê Everestê yaku dikeve nava sînorên Tibetê daxistiye.
Di daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku ev biryara han meha berê hatiye girtin û îro ketiye meriyetê û mebest ji vê biryara han jî parastina jîngehê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin