Guaido bo artêşê: Rê li ber alîkariyan negirin

xwe weke Serokê demkî yê vê welatî nasandiye
کوردستان TV
100%

Juan Guaido, ku xwe wek Serokê demkî yê Venezuela ragihandibû û ji aliyê gelek welatên rojavayî hatibû nas kirin, diyar kir ku ewê heta 23’ê Sibatê alîkariya mirovî di hindurê welêt kin û li gel belav bikin.

Li gor nûçeyeke voayê Guaido, li Caracas ya paytaxt, di mîtînga dijî Serokê Venezuela Nicolas Maduro de da zanîn ku ewê bi sed hezaran alîgirên wî bo sitandin û belavkirina alîkariyê bi hev re bixebitin.

Wî bang li alîgirên xwe kir ku xwe di dawîya hefteyê de haziriyên xwe bikin û ji Artêşa Venezuela jî xwest ku bo alîkarî di hindurê welêt kevin, piştgiriyê bidin.

Artêşa Venezuela, ku li aliyê Maduro ye, bo alîkarîyan asteng bike, pira sînor ya di navbera Kolombiya û Venezuela de girtibû.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.