KE: Tirkiye mezintirîn girtîgeha rojnamegeran a dinyayê ye”

ev raporta han ji aliyê Konseya Ewrûpayê ve hatiye weşandin
کوردستان TV
100%

Konseya Ewrûpayê li ser rojnamegerên di girtîhgehan de raporek eşkere kiriye. Li gor raporê li Ewrûpayê 130 rojnameger di girtîgehan de ne, ji wan 130 rojnamegeran 110 rojnameger di girtîgehên Tirkiyeyê de ne.

Li gor nûçeyeke bianetê Konseyê rapora xwe li ser 140 bûyerên ciddî yên binpêkirina azadiya medyayê çêkiriye.

Rapor bi hevkariya 12 saziyan hatiye amadekirin. Sekreterê giştî yê Konseya Ewrûpayê Thorbjørn Jaglandî rapor eşkere kiriye.

Li gor raporê ji 47 welatên ku endamên Konseya Ewrûpayê ne li 32 welatan, di sala 2018ê de 140 bûyerên binpêkirina azadiya çapemeniyê pêk hatine.

Konseyê navê “girtîgeha herî mezin a dinyayê” li Tirkiyeyê kiriye. Di raporê de hatiye eşkerekirin ku di dema hewildana derbeyê de, sala 2016ê zêdetirî 200 rojnamegeran hatine desteserkirin û girtin. “Rojnameger herî zêde li rojhilatê Tirkiyeyê hatine desteserkirin û girtin.

“Rojnameger bi propagandauya ji bo PKK û FETOyê têne sûcdarkirin.

“Nedîm Turfent û Deniz Yucel di hicreyên yekkesî de hatine hiştin ev yek li dijî kiriyarên qanûnî yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê ye.”

Hatiye eşkerekirin ku di sala 2018ê de Dadgeha Qanûna Bingehîn biryar daye mafên bingehîn yên rojnamegerên Mehmet altan û Şahin Alpay hatine binpêkirin lê dadgehên cezayî guh nedane vê biryarê.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.