Amerîka bo Tirkiyeyê: S400an nestînin

dibêje dev ji s400an berdin
کوردستان TV
100%

Nunerê hertimî yê Amerîkayê yê di nava NATOyê de Kay Bailey Hutchison daxwaz ji Tirkiyeyê kir ku dev ji kirîna pergala berevaniya S400 berde.

Kay Bailey Hutchison diyar kir ku Amerîka ji rêkeftina navbera Tirkiye û Rûsyeyê ya bo kirîna pergala berevaniya mûşekî ya S400an dilgirane.

Hutchison diyar kir ku kirîna ev pergala han li berdem kirîna pergalên mûşekî yên Amerîkî dibe asteng û  hevdem pergala S400an bo pergala berevaniya NATOyê jî metirsiyeke mezine lewre lazime Tirkiye dev ji kirîna pergala han berde.

Beriya niha jî rayedarên Amerîkî gef li Tirkiyeyê kiribûn û gotibûn ku eger S400an bistînin vê Amerîka dorpêçan bi ser Tirkiyeyê de bisepîne.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.