Îro sêşem li Bexdayê sê navendên çekdarên Heşda şebî hatin daxistin.
Di vê derbarê de rayedarên heşda şebî belav kirine ku îro hêzên asayîşê yên ser bi heşda şebî li taxa Mensûr ya Bexdayê sê navendên heşda şebî yên ku bi dizî hatine vekirin daxistine.
Li gor daxuyaniya rayedaran, ev her sê navend li taxa Mensûr ya Bexdayê bûne û di dema daxistinê de dest li ser çapxaneyeke çê kirina nasnameyan hatiye danîn.
Di daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku ti têkiliyeke wan navendan li gel navenda serekî ya heşda şebî nebûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin