Wezîrê Navxweyî yê Fransa Christophe Castaner ragihand ku ew hizra anîna dora 130 bergumanên DIŞIê ji Sûrîyê dikin ku ew kes piştî vekişîna Amerîkiyan xwe hinda nekin.
Castaner ji kanala BFMTV re got: Emê wan kesan radestî dadwerên Fransî bikin û ewê biryar bidin ku divê em wan bergumanan têxin zindanan yan ne.
Castaner bal kişand ser vekişîna Amerîkîyan ji Sûriyê û got ku divê ew derheqa hemwelatiyên Fransî yên nav DIŞIê de hîn pêngavan bavêjin.
“Endamên biyanî yên DIŞIê jiber ku Amerîkî li Sûrîyê ne, li wî welatî dihatin girtin. Niha Amerîkî ji wir derdikevin û ew kesên girtî dibe ku daxwaza vegera Fransa bikin.”
Kanala BFMTV ya Fransî ragihand ku nêzî 130 bergumanên DIŞIê ku li bakurê Sûrîyê, girtîgehên bin kontrola HSD’ê têne girtin, wê di hefteyên were de ji Fransa re werine veguhastin.
Li gor rojnameya Telegraph ya Brîtanî, di nav kesên di destê HSD’ê de rêberê bilind yê DIŞIê Adrien Guihal jî heye ku beşeke ji tora Artigat e ku jimareke êrîşên nav axa Fransa li dar xistibûn.
Di êrîşa herî mezin ya Artigat de 87 kes li bajarê Nice hatibûn kuştin.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin