Jêderekî ewlekarî li Bexdayê ji Rojnameya Indipindit ya Brîtanî re diyar kiriye ku çekdarên heşda şebî ji tirsa êrîşên Îsraîlê hijmareke zêde navendên xwe yên leşkerî li hin deverên Îraqê vala kirine.
Li gor heman jêderê, çekdarên heşda şebî ji tirsa êrîşên muhtemel yên Îsraîlê yên bo ser wan, navendên xwe yên li navenda Bexda, Rojavayê Bexdayê û Bakûrê Rojavayê Selahedînê vela kirine.
Rojnameya nav hatî diyar kiriye ku rayedarên Îsraîlî behsa vê yekê kirine ku lazime navendên Îran û çekdarên heşda şebî yên li Sûriye û Îraqê werin wêrankirin û çekdarên heşda şebî jî ji tirsa êrîşên Îsraîlê wan navendên xwe vala kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin