Karwaneke leşkerî ya Amerîkayê gehêşte Mûsilê

vê çend navendên nû ava bike
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên taybetî, îro karwaneke leşkerî ya Amerîkî yaku ji hijmareke leşker û amûrên leşkerî pêk hatibû, ji Sûriyeyê derbasî Îraqê bûye û gehêştiye bajarê Mûsilê.

Jêderên taybetî diyar kirin ku ev karwana han ya leşkerî a Amerîkayê, ji wan amûr û alawên leşkerî yên Amerîkî yên zêde li Sûriyeyê pêk hatiye û Amerîka ew veguhastine Mûsilê û dixwaze li deverê çend navendên din yên leşkerî ava bike.

Jêderên taybetî behsa vê yekê dikin ku hêzên Amerîkî li aliyê çep û rastê Mûsilê di nava wan navendên leşkerî yên Amerîkî de yên ku beriya dagîr kirina Mûsilê ji aliyê DIŞIê ve hêzên Amerîkî têde bûne, hatine bicîhkirin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.