Serokê Amerîka Donald Trump îro Pêncşemê diyar kir ku lazime li ser sînorê navbera Amerîka û Meksîkayê de dîwar were çêkirin û mebesta min ji çê kirina dîwarê parastina asayîşa Amerîkayê ye. Trump herwiha eşkere kir ku ger bo çêkirina dîwarê ser sînorê Meksîko dirava ku wî xwest nayê dayîn, ewê rewşa awarte ya netewî ragihîne.
Trump got ku ger li Kongresê lihevkirinek bi Demokratan re pêk neyê, ewê jibo parastina sînorên başûrê welêt rewşa awarte ragihîne û jibo wê armancê, bi têra xwe diravên hikûmetê berdest in.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin