Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo diyar kir ku vekêşana hêzên Amerîkî li Sûriyeyê pilaneke taktîkiye ne pilaneke steratejîkiye.
Pempeo diyar kir ku erkên Amerîkayê li deverê ku şerê dijî DIŞIê û kêm kirina bandora Îranê ye li deverê hîn jî bidawî nehatine û Amerîka berdewam dibe li ser cîhbicîh kirina erkên xwe.
Pempeo herwiha eşkere kir ku li dor parastina YPG û PYDê jî Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan gerentî daye Amerîkayê ku Tirkiye bi ti awayî êrîşî ser şervanên Kurd nake.
Pompeo anî ziman ku Erdogan ji Amerîkayê re gotiye ku bo şer di navbera hevpeymanên Amerîkayê (YPG û HSD) û artêşa Tirkiyeyê de neqewme tedbîrên pêwîst hatine stendin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin