Serokê nûhilbijartî yê Brezîlya Jair Bolsonaro, ku nasyonelîstekî rastger e, îro bi fermî sond xwar û dest bi kar kir.
Bolsonaro di axaftina xwe de soz da ku bê rawestan bixebite û Brezîlya bîne asta bilindtir. Wî bang li parlamanê kir ku dijî dizî, bertîl û pere xwarinê şerekî dijwar destpê bike.
Bolsonaro ku serbazekî berê yê artêşê ye, ku di rûniştina hevbeş ya parlamana Brezîlî de peyîvî,
soz da ku ewê bi pîvanên demokrasî pêbend be û wê xurt bike, tevî ku wî berê heyraniya xwe ji dîktatoriya navbera 1964-1985 diyar kiribû.
Bolsonaro 63 salî ye û berê jî heft geran di parlamanê de cîh girtibû. Ew serokê yekê yê rastger e ku piştî dîktotarîya leşkerî hatiye ser desthilatê.
Bolsonaro plan dike ku Brezîlya ber bi welatên Rojavayî ve nêzîk bike û taybetî bi Serokê Amerîka Donald Trump re peywendîyên baş ava bike.
Hêjayî balkişandinê ye ku Trump di merasîma fermî ya sondxwarinê de Wezîrê Derve Mike Pompeo şand wî welatî.
Ova
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin