Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis ji xebatkarên hêzên çekdarî re peyameke xatirxwestinê şand.
Mattis di peyama xwe de bang li xebatkarên hêzên çekdarî kir ku ‘’bawerîya xwe ya bo welêt wenda nekin û li pişta hevalbendên xwe bi awayekî xurt bisekinin’’
Wî, di peyama xwe ya kin de qala ‘’alozîya sîyasî ya li Washingtonê’’ jî kir û ji artêşa Amerîka xwest ku piştgirî û berevaniya qanûna bingehîn bikin.
Li şûna Mattis dê cîgirê wî Patrich Shanahan were ser kar. Bo Mattis, ku generalekî teqawidbûyî ye, li Pentagonê ti merasîm nehatin li dar xistin.
Mattis, piştî biryara Serok Donald Trump ya ser vekişîna ji Sûriyê karvekişîna xwe dabû.
Di nameya karvekişînê de, Mattis diyar kir kiribû Amerîka qîmetê nade hevalbendên xwe yên herî nêz.
Weke tê zanîn di şerê dijî DIŞIê de li Îraqê pêşmerge û li Sûriyeyê jî HSD hevpeymanên serekî yên Amerîkayê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin