Putin dibêje Rûsya amade ye bo diyaloga li gel Amerîka

pûtin dibêje em amadene ku diyalogê bikin
کوردستان TV
100%

Serokê Rûsya Vladimir Putin di nameyeke sersalê de ji bo hevtayê xwe yê Amerîkî Donald Trump îro Yekşemê got Mosko amadeye ji bo diyalogê li dor ecindeyeke berfereh, li gor Kremlin.

Li gor nûçeyeke voayê dawiya meha borî Trump li Arjentînê kombûneke plankirî li gel Putin jinavbir ji ber girjiyên di navbera Rûsya û Okranya de.

Daxuyaniya Kremlinê de hatiye diyar kirin ku Vladimir Putin got ku pêwendiyên Rûsya û Amerîka ew fakterên herî girîng in ji bo dabînkirina seqamgîriya stratejîk û ewlekariya navnetewî.”

Kremlin got Putin piştrastkir ku Rûsya di asteke berferh de vekirî ye ji bo diyaloga li gel Amerîka.

Di nameyeke din de ji bo serokê Sûriyê Beşar Esed, Putin soza berdewamiya alîkariya hikûmeta Sûrî da di “şerê dijî terorê û berevaniya serweriya ax û dewletê” de.

Putin nameyên sersalê ji hin serkirdeyên din ên cîhanê re şandin, din av de jî serokwezîra Brîtanya Theresa May, Shinzo Abe ê Japonê û serokê Çînê Xi Jinping.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.