Brîtanyayê piştî biryara Amerîkayê ya vekişandina serbazên xwe li Sûriyê daxuyanî da
Brîtanyayê piştî biryara Amerîkayê ya vekişandina serbazên xwe li Sûriyê daxuyanî da
Brîtanya heta niha jî DIŞIê weke gef li ser asayîşa cîhanê dibîne û dibêje: Ti navçe di destê çekdaran de nemaye, lê hîna jî li ser welatan gef in.
Wezareta Derve ya Brîtanya di daxuyaniyekê de piştî biryara Amerîka ji bo vekişandina serbazên xwe li Sûriyê ragihand ku hîna gelek kar mane ku divê bêne kirin.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Brîtanya hate gotin ku nabe çavên xwe li ser wê yekê bigirin ku DIŞI çi metirsiyekê dirust nake, wan çekdaran erd jî di dest de nema be jî, lê weke gefê dê bimînin.
Herwiha di daxuyaniyê de hate ragihand: “Amerîka jî ew yek zelalkiriye ku pêşhatên li Sûriyê nayê wê wateyê ku DIŞI bi dawî hat û kampaniya hevpeymanan jî bidawî hat, û dê berdewam bin li gel welatên endam di nava hevpeymaniya navdewletî de ji bo serkeftinê.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin