Komîsyona Ewrûpayê îro çarşemê ragihand ku ger Brîtanya bê rêketin ji Yekîtîya Ewrûpayê derkeve, vê bandorên neyênî li ser hin qadên bazirganî pêk werin.
Komîsyona Ewrûpî diyar kir ku ger Brîtanya rêketina heyî îmza neke, qamyonên Brîtanî wê nikaribin barên we têxin nav Yekîtiya Ewrûpa.
Dîsa, li ser xalên sînorî kontrolên ser lawirên zindî wê were kirin û destûrnameyên Brîtaniyên ku bi heywanên kêdî yên wek pisîk û kûçik rêwîtî dikin, nema karîger dimînin.
Di referanduma 2016’an de, ku rêjeya beşdariyê 72 ji sedê bû, 52 ji sedê gelê Brîtanya piştgiriya derketina ji YE’ê kiribû.
Brîtanya wê di 31’ê Adara 2019’an de ji Yekîtîya Ewrupa (YE) derkeve, lê di danûstandinên Brexitê de hîn lihevkirinek pêk nehatiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin