Amerîka plan dike ji Sûriyê vekişe

jêderek agehdar ev yek eşkere kiriye
کوردستان TV
100%

Li gor rojnameya amerîkî ya The Wall Street Journal,  Amerîka amadekariyan dike ku bi temamî hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne.

Rojnameya amerîkî ya The Wall Street Journal îro çarşemê ji hin çavkaniyan belav kiriye ku rayedarên amerîkî piştrast kirine ku  Serokê Amerîkayê Donald Trump hevpeymanên xwe yên li bakurê rojhilatê Sûriyê agahdar kirine, plana wan heye amadekarî dikin ku hêzên xwe ji herêmê vekişînin.

Kanala CNN jî ragihandiye ku biryara vekişînê ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatiye dayîn û ji hêzên welatê xwe re ragihandiye ku xwe ji bo vekişîna "bilez" amade bikin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.