Gelek rûspiyên êlên Minbicê teqez kir ku ew gefên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin û diyar kir ku ew nahêlin kes bikeve herêmên wan.
Şênî û rûspiyên êlên Minbicê yên duh beşdarî meşa li dijî gefên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn, bi rêya ajansa me gefên Tirkiyeyê şermezar kirin.
Ev hefteyek e ku gefên Tirkiyeyê li pey hev hatin, dagirkeriya Tirkiyeyê îdia dike ku ew ê çalakiya leşkerî li herêmên nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, ev yek jî di aliyê navneteweyî û herêmî de hate redkirin.
Yek ji rûspiyên êla El-Xenayîm Hisên El-Elî Mihemed wiha got: "Em li dijî gefên Tirkiyeyê yên li ser axa me ne. Eger êrîş ser herêmên me pêk werin, em ê parastina bajarê xwe bikin, em gelê Minbicê yek in û bi ewle dijîn, em tu carî gefên Tirkiyeyê qebûl nakin û red dikin. Em hemû êlên li Minbicê, em ê bi hev re li dijî hemû gefan bisekinin."
Bandora êlên herêmê li ser civakê zêde ye. Heta niha jî adetên eşîran di gelek aliyan de jiyana civakê bi rêxistin dike, taybet li gel şêniyên pêkhateya Ereb û Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji bo wê helwesta rûspî û êlan girîng e, lê Tirkiyê hewl dide êlan pev bide şerkirin.
Der barê mijarê de şêxê êla El-Bobina Tirkî El-Xalid wiha got: "Em wek êlên Minbicê bi hev re li dijî gefên Tirkiyeyê ne. Êrîşên li axa Sûriyê şermezar dikin û taybet li ser bajarê Minbicê ji ber ku parçeyek ji Sûriyê nayê qutkirin."
Her wiha Ebdilrezaq Îsmaîl ku yek ji şêniyên êla El-Demlaxa ye, gefên Tirkiyeyê şermezar kirin û wiha got: "Destwerdanên ku dê dewlemendiya bajarê me talan bikin, red dikin. Em nahêlin Tirkiye bikeve herêmên me, ev merhele hesas e, divê em bi hev re li dijî gefên li ser axa me bisekinin, em ê çekê li hember dijmin rakin. Bajar ê me ye, ne yê kesekî din e."
Anha
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin