Adil Ebdulmehdî: Alternatîfên min amadene

îro dihat payîn deng li ser wezîran were dayîn
کوردستان TV
100%

Biryar bû îro sêşemê parlementoya Îraqê bo dengdan li ser 8 wezîrên din yên kabîneya nû ya Îraqê bicive, lêbelê civîn jiber lihev nekirina aliyên siyasî yên Îraqê di nava rojekê de çar caran hat paşxistin.

Hate zanîn ku Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî jî neçûye parlementoyê û gotiye heta aliyên siyasî lihev nekin ez naçime parlementoyê.

Part û aliyên siyasî yên Îraqê li ser 8 wezîrê nû yên kabîneyê bûne du perçe û jiber vê yekê jî civîna ku biryar bû îro seat 11 were lidarxistin çend caran hatiye paşxistin û tê payîn ku îro ev civîn neyê lidarxistin.

Ji aliyeke din ve Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî nameyek ji Serokê parlementoya Îraqê re şandiye û tê de nivîsandiye ku eger ev 8 wezîrên ku navên wan hatine pêşkêşkirin ji aliyê parlementoyê ve dengê baweriyê nestînin vê alternatîfên din hene û di demeke kên de navên nû vê radestî palementoyê werin kirin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.