Bariş Yarkadaş berevanî ji HDPê dike

dibêje nabe partiyek ku 6 milyon dengderên vê hene were perawêzxistin
کوردستان TV
100%

Hevkariyên di hilbijartinên şaredariyê li Tirkiyê ber bi dawî ve diçe. Piştî hevkariya Partiya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partiya Gel ya Netewperwer (MHP), çend roj berê jî di navbera Partiya Gel ya Komarî (CHP) û Partiya Iyi de hevkariyek hat ava kirin.

Di nav van partiyan de yê ku li dervayê van hevkariyan ma, Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) e.

Parlamanterê CHP’ê yê berê Bariş Yarkadaş, dervehêlana HDP’ê bi tundî rexne dike û wê yek wek kêmahiya demokrasiya Tirkiyê dibîne.

Yarkadaş diyar kir ku HDP dengê bi milyonan kesan digire. Mafê ti partî tune ku vê rastîyê piştguh bike. Di hevkariya CHP û Partiya Baş de kêmahî ew e ku hilbijêrên HDP’ê hima bêje hatine bîrkirin û tune hatine hesibandin. Nêzî 6 mîlyon dengên HDP’ê hene, lê di van xebatên hevkariyan de ne nêrîna hilbijêrên wê, ne jî rexneyên rêvebirên wê hatine girtin.”

Yarkadaş, gefên partiya desthilatdar ya erkdarkirina kayuman jî rexne dike û dibêje pêwîst e ku xwedî li HDP’ê were derketin.

Ova

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.