Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê bi daxuyaniyekê gefên Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundên wê bi daxuyaniyekê li pêşiya avahiya rêveberiyê bi beşdarbûna endam û rêveberiyên di saziyên rêveberiyê de, gefên Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Daxuyanî ji aliyê hevserokê Komîteya Têkiliyên Civakî Adil Ebdulselam ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye: Dewleta Tirk fêr bûye her dem gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixwe, lê di demên dawîn de ev gef zêde bûn, ji ber ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê deriyekî li pêşiya terorê û kesên piştgiriya wî dikin, digire.
Serokkomarê Tirk dest bi gefên li ser rojhilatê Firatê û Minbic û Bakurê Sûriyê kir.
Rêjîma Tirkiyeyê bi her kesî re bi rêbazên şantaj û terorîstî danûstandinan dike û dema ku bersivê nabîne dest bi hedefgirtina aliyê ku şerê terorê kir, dike. Eger pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sîstemên wê yên parastina bersiva hemû rêxistinên terorîst ku rêjîma Tirkiyeyê mîna DIŞI û El-Nusra û komên çekdar ava kirin nedane, dê Tirkiyeyê planên xwe li Sûriyê pêk bianiyana.
Wek Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên Wê gefên Tirkiyeyê yên li ser xaka me şermezar dikin û bang li hemû gelê xwe dikin ku bibin yek û li dora rêveberiyê xelekekê ava bikin û li dijî hemû êrîşan parastina xwe bikin."
Anha
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin