Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca nirxandina gefên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek li dar xist û gelek biryar dan û tedbîrên pêwîst li dijî êrîşan girtin.
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xwesr a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca nirxandina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nirxandina kar û xebatên desteyên girêdayî wê, civînek li dar xist.
Hevserokên Meclisa Rêveber Hamid El-Mehbaş, Bêrîvan Xalid, cîgirên wan û hevserokên desteyên girêdayî Rêveberiya Xweser tev li civînê bûn.
Di civînê de nîqaş li ser gefên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin kirin û hate destnîşankirin ku piştî ku şervanên QSD`ê firehiyeke mezin ji Hecînê barageha dawî ya çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir, Erdogan dest bi gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ev yek destekedayîna wan ji çeteyan re diyar dike.
Kesên beşdar, diyar kir ku armanca gefên dewleta Tirk a dagirker ew e ku aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bike, tevliheviyê di navbera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxe, çeteyên DAIŞ`ê yên tekane ne ku alîkariya berfirehkirina dagirkeriyê dikin, Tirkiye naxwaze çeteyên DAIŞ`ê tune bibin û ji projeya demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê ditirsin.
Her wiha di civînê de hate diyarkirin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastina têkiliyên di navbera dewletên cîran û bi taybet Iraqê dike, berovajî gotegotên serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîb Erdogan tu xeteriya wê li ser dewletên herêmê tune ye.
Her wiha kar û xebatên hefteyekê yên desteyên girêdayî rêveberiyê hatin nirxandin.
Di dawiya civînê de gelek biryar ji bo xizmeta şêniyan di rewşên awarte de hatin dayîn.
Hevserokatiya Meclisa Rêveber bang li desteyên xwe kir ku berê xwe bidin komîte û desteyên Rêveberiya Xweser û Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku tedbîrên pêwîst li dijî êrîşên li ser herêmê bigirin.
anha
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin