Şervanên QSD`ê ji sedî 35 ji bajarokê Hecîn rizgar kirin. Şer didome û şervanên QSD`ê bi pêşde diçin her wiha şervanan yek ji çeteyên DIŞIê girtin.
Qonaxa dawîn a Hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê “Şerê Tinekirina Terorê” bi hemû hêza xwe didime. Şervanên QSD`ê li gelek aliyên eniya Hecîn baregeha dawî ya çeteyên DIŞIê li rojhilatê Firatê bi pêşde diçin.
Çavkaniyekî leşkerî ji ajansa me re ragihand ku şervanên QSD`ê ji sedî 35 ji bajarokê Hecînê rizgar kirin.
Çavkanî destnîşan kir ku şer li eniyên Hecînê didome û şervanên QSD`ê bi pêşde diçin.
Her wiha çavkanî destnîşan kir ku şervanên QSD`ê yek ji çeteyên DIŞI`ê li bajarokê Hecînê girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin